Spor

Wushubazên neteweyî rêwiyê Rûsyayê ne

Şampiyonaya Wushuyê ya Mezinan a Dinyayê ew ê sibê li Rûsyayê dest pê bike.

26.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
Wushubazên neteweyî rêwiyê Rûsyayê ne

Ankara

ANKARA

 Şampiyonaya Wushuyê ya Mezinan a Dinyayê ew ê sibê li Rûsyayê dest pê bike.

Şampiyonayê li bajarê Kazanê bê lidarxistin û di 3yê cotmehê da xilas be, Tirkiyeyê bi 11 pêşbazî va têkoşîna madalyayan bide.

Taxima neteweyî ya ku li ser navê Tirkiyeyê beşdarê şampiyonayê bibe ew ê îro êvarê here Kazanê.

Serokê Lijneya Îcrayê ya Federasyona Wushuyê ya Tirkiyeyê Abdurrahman Akyuz diyar kir ku ji bo Şampiyonaya Wushuyê ya Mezinan a Dinyayê xwe baş amade kirin û got, "Em her tim hedefa xwe mezin digrin. Em dixwazin ku şampiyoniya dinyayê qezenc bikin."

Akyuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ew ê bi 11 pêşbazî va beşdarî şampiyonaya ku li Rûsyayê bê lidarxistin bibin û wiha pê da çû: "Pêşbazên me yên ku dikarin bibin şampiyonê dinyayê hene. 3 pêşbazên me yên di kategoriya Sandayê yê da bi Taxima Neteweyî ya Çînê ra antreman kirin. Di kategoriya Taoluyê da jî me bi antrenorên ji Çînê ra antremanên taybet kirin. Heke hekem pirsgirêkekê dernexe li gor min em ê bi ser bikevin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın