Xeberên saziyî

Xebatkarên AAyê Cuneydî bi kulîlkan pêşwazî kirin

Cuneydiyê li Filistînê piştî biryara Trumpê Serokê Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" di bûyerên derketin da bû sembola berxwedanê, bû mêvanê AAyê û xebatên AAyê ew bi kulîlkan pêşwazî kirin

Türkan Tosun  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
Xebatkarên AAyê Cuneydî bi kulîlkan pêşwazî kirin

Ankara

ANKARA

Fewzî el-Cuneydiyê (16) li Filistînê piştî biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya naskirina Qudsê wek "paytextê Îsraîlê" di bûyerên derketin da bû sembola berxwedanê, bû mêvanê Ajansa Anadoluyê (AA).

Cuneydiyê li ser vexwendina Şaredariya Esenlerê hat Tirkiyeyê, AA jî ziyaret kir.

Cuneydî bi kulîlkan ve hat pêşwazîkirin.

Wêneyê Cuneydî yê ku bû sembola berxwedana Qudsê vê carê bi kulîlkan ve ji nû va hat kişandin.

Cuneydî ji hêla Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebieiya AAyê Şenol Kazanci û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu va hat pêşwazîkirin.

Şaredarê Esenlerê Mehmet Tevfîk Goksu û Mûhemmed el-Cuneydiyê bavê wî jî bi wî re hatin AAyê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim duh Cuneydî pêşwazî kiribûn.

Erdogan wêneyê Cuneydî yê ku bû sembola berxwedana Qudsê û di pêşbirka "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê de bû yekemîn nîşanî wî dabû û wiha gotibû: "Ev wêne bû yekemîn. Ji min pirsîn 'Tu kîjanî hildibijêrî' min jî ev hilbijart."

Cuneydiyê Filistînî di 7ê berfanbarê da li bajarê El Xelîl ê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, bi destê eskerên Îsraîlê çavên wî hatibû girêdan û bi wî hawî hatibû binçavkirin. Vî dîmenî jî herwiha di medyaya civakî da gelekî deng vedabû.

Doza Cuneydî li Mehkemeya Eskerî ya Oferê ya li rojavayê bajarê Remellahê çêbûbû. Cuneydî 10 hezar şekel (qasî 11 hezar lîreyê Tirkiyeyê) kefelet dabû û biryar hatibû dayîn ku ew bêyî girtinê bê mehkemekirin.

Cuneydî wê di 19yê Sibata 2018an de car din di mehkemeya eskerî de bê mehkemekirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın