Spor

Barcelona di Kupaya Qral de derkete fînala çaryekê

Di pêşbirka rovanşa tura 16emîn a Kupaya Qral a Îspanyayê de Barcelonayê tîma Celta Vîgoyê 5-0 têk bir.

Türkan Tosun  | 12.01.2018 - Rojanekırın : 12.01.2018
Barcelona di Kupaya Qral de derkete fînala çaryekê

Madrid

MADRÎD

Tîma Barcelonayê di pêşbirka rovanşa tura 16emîn a Kupaya Qral a Îspanyayê de tîma Celta Vîgoyê 5-0 têk bir û derkete fînala çaryekê.

Pêşbirk li Stada Camp Nouyê çêbû. Tîma Celta Vîgoyê bû mêvanê Barcelonayê.

Di deqîqeyên 13 û 15emîn de Lîonel Messî du gol avêtin û tîma Barcelonyê bû 2-0.

Di deqîqeya 28emîn de Jordî Alba skor kir 3-0. Nîva ewil bi gola Luîs Suarez a ku di deqîqeya 31emîn de avêtibû va 4-0 qediya.

Ousmane Dembele di deqîqeya 87emîn de gog avêt û Ivan Rakîtîc gol avêt û pêşbirk bi 5-0 qediya.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.