Spor

Barcelona li Parisê têkçû

Di maçên yekem ên tûra 16emîn li Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Paris Saint-Germain bi 4 û 0 zora Barcelonayê Benficayê jî bi 1 û 0ê zora Borussia Dortmundê bir.

15.02.2017 - Rojanekırın : 15.02.2017
Barcelona li Parisê têkçû

Istanbul

ÎSTANBUL

Organîzasyona herî mezin a di asta qlûbên fitbola Ewropayê de tûra 16emîn a Lîga Şampiyonan destpê kir.

Tîma Fransî PSG, li yarîgeha Parc des Princesê nûnera Spanyayê Barcelona kire mêvan.

Tîma Parisê bi awayekî serkeftî dest bi musabeqeyê kir û di deqîqeya 18an de bi gola Angel Di Maria 1 û 0 jet pêş. Di deqîqeya 40î de bi gola Julian Draxler jî di nîveka yekem de rewş kir 2 û 0.

Di nîveka duyem de jî 2 gol avêtin û encam bû 4 û 0.

PSG bi vî awayî piştî Milan, Dinamo Kiev, Valencia, Chelsea û Bayern Munîhê bû tîma 6emîn ku 4 golan di Lîga Şampiyonan de davêje.

Herwiha di musabeqeya din de jî tîma Portekîzê Benficayê tîma Alman Borussia Dortmund li paytextê welatê xwe Lizbonê li yarîgeha Luzê mexlûb kir.

Rovanşa maçan wê di 8ê Adarê de li yarîgehên din bê lîstin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.