Spor

BIGRAFÎK - Di Kupaya Dinyayê da kîsik eşkere bûn

Kîsikên 32 tîmên ku wê beşdarî 2018 FIFA Kupaya Dinyayê bibin û bi pişkavêtinê bên hilbijartin, kifş bûn

Abdullah Tel  | 16.11.2017 - Rojanekırın : 17.11.2017
BIGRAFÎK - Di Kupaya Dinyayê da kîsik eşkere bûn

Ankara

ANKARA

Di 2018 FIFA Kupaya Dinyayê da wê 32 welat cih bigirin û ji bo kifşkirina komên wan jî kîsikên tê da cih digirin kifş bûn.

Ji ser malpera înternetê ya FIFAyê daxuyanî hat weşandin û hat gotin li Moskovaya paytextê Rûsyayê di 1ê Kanûnê da li Qesra Kremlînê ji bo kifşkirina koman wê pişk bê avêtin.

32 tîmên ku wê ji bo Kupaya Dinyayê têbikoşin li gor rêza xwe ya dinyayê ya FIFAyê di kîsikan da hatin bicihkirin û piştî pişkavêtinê wê 8 kom bên eşkerekirin.

Tîmên di komên Kupaya Dinyayê da wê cih bigirin di kîsikan da wiha hatin bicihkirin:

Kîsikê 1emîn: Rûsya, Almanya, Brezîlya, Portekîz, Arjantîn, Belçîka, Polonya, Fransa

Kîsikê 2emîn: Spanya, Peru, Swîsre, Ingîltere, Kolombiya, Meksîka, Ûrûgûay, Hirvatistan

Kîsikê 3emîn: Danîmarka, Îzlanda, Kosta Rîka, Swêd, Tûnis, Misir, Senegal, Îran

Kîsikê 4emîn: Sirbistan, Nîjerya, Awistralya, Japonya, Fas, Panama, Koreya Başûr, Erebistana Siûdî

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın