Li Indîan Wellsê şampiyon Federer e
Roger Federer di pêşbirka Turnuvaya Tenîsê ya Indîan Wells Masterê de bi 2-0 Stanîslas Wawrînka têk bir
Ankara
ANKARA
Turnuvaya Tenîsê ya BNP Parîbas Indîan Wellsê, Roger Federer (35) qezenc kir.
Roger Federer û Stanîslas Wawrînka di pêşbirka ku li bajarê Indîan Wellsê ya ku girêdayî Kalîforniyaya eyaleta Emrîkayê ye hat lidarxistin de hatin pêşberî hev.
Federer di pêşbirkê de Stanîslas Wawrînka 2-0 têk bir.
Federerê tenîsvan ê ji ber ku seqet bûbû qasî 6 mehan tenîs neleyîstibû di sezona 2017an de Turnuvaya Grand Slamê ya Vekirî ya Awistiryayê qezenc kir.
Tenîsvanê swîsreyî di vê turnuvayê de cara 5emîn serkeftî bû û bi vê serkeftina xwe ve derkete asta 6emîn a rêza dinyayê.