Spor

"Messî divê Kupaya Dinyayê qezenc bike"

Rahênerê alman Klînsmann: "Messî divê Kupaya Dinyayê qezenc bike, morê li kariyera xwe ya efsane bide"

Türkan Tosun  | 17.05.2017 - Rojanekırın : 18.05.2017
"Messî divê Kupaya Dinyayê qezenc bike"

Istanbul

ÎSTANBUL

Rahênerê alman Jurgen Klînsmann got futbolîstê Barcelonayê Lîonel Messî yê ku eslê xwe Arjantînê ye divê Kupaya Dinyayê qezenc bike û morê li kariyera xwe bide.

Klînsmann ji daxuyaniyek da çapemeniya Almanyayê û di daxuyaniya xwe de got ku heqê Messî ye ku ew Şampiyoniya Kupaya Dinyayê qezenc bike û wiha axivî: "Messî divê Kupaya Dinyayê qezenc bike. Sala bê li Rûsyayê şansê wî heye ku vê kupayê qezenc bike. Messî futbolîstek e, divê Kupaya Dinyayê qezenc bike û morê li kariyera xwe ya efsane bide."

Rahêner Klînsmann pesnê Messî da û wiha axivî: "Messî lîstikvanekî pir cuda ye. Dilnizm e û xwedî şexsiyeteke pir baş e. Taybetmendiya wî ya herî girîng jî golên baş diavêje."

Klînsmann pesnê futbolîstê arjantînî Dîego Armando Maradona jî da û wiha got: "Çend caran derfet çêbû ku ez li hember Maradona bilîzim. Di pêşbirkên Inter-Napolî û Almanya-Arjantînê de em hatin hembberî hevdu. Her tim dizanibû ku ewê di qadê de çawa bilîze. Maradona hunermendek bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.