Real Madrîd derkete fînalê
Di pêşbirka nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya ku du tîmên îspanyol hatin pêşberî hev da Atletico Madrîdê Real Madrîd 2-1 têk bir.
Madrid
MADRÎD
Di pêşbirka nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya ku du tîmên îspanyol hatin pêşberî hev da Atletico Madrîdê Real Madrîd 2-1 têk bir. Vê skorê têra Atletico Madrîdê nekir û ji ber skora pêşbirka ewil Real Madrîd derkerte fînalê.
Pêşbirk li stada Vîcente Calderonê hat leyîstin û hakemtiya pêşbirkê jî Cuneyt Çakirê tirk kir. Atletico Madrîdê di deqîqeya 12emîn de bi gola Saul Nîguez ket pêşiyê. Piştî vê golê di deqîqeya 16aemîn de bi gola Antoîne Grîezmann skor kir 2-0.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê da Real Madrîdê di deqîqeya 42emîn de bi gola Îsco skor kir 2-1.
Pêşbirk bi vê skorê xilas bû Real Madrîd derket fînalê û bû reqîbê Juventusê.