Spor

Ronaldînho dev ji fitbolê berda

Menajer Roberto Assîs biryara teqawîtbûnê ya Ronaldînho piştrast kir û destnîşan kir ku ji bona Ronaldînhoyê 37 salî li Brezîlya, Ewropa, Asya û di asta tîma neteweyî de hin organîzasyonên werin kirin.

Fatih Gazioğlu  | 17.01.2018 - Rojanekırın : 17.01.2018
Ronaldînho dev ji fitbolê berda

Istanbul

ÎSTANBUL 

Ronaldînhoyê lîstikvanê fitbolê yê ji Brezîlyayê dev ji fitbolê ber da.

Menajer û birayê fitbolîst Roberto Assîs biryara teqawîtbûnê ya Ronaldînho piştrast kir û destnîşan kir ku ew ê bona Ronaldînhoyê 37 salî li Brezîlya, Ewropa, Asya û asta tîma neteweyî de hin organîzasyonan bikin.

Ronaldînho di tîma Paris Saînt-Germaîn, Barcelona û Mîlanê de leyîstibû û piştra jî vegeriyabû Brezîlyayê. Ronaldînho ji sala 2015an vir va jî fitbol naleyîze.

Ronaldînho di sala 2002an de digel tîma neteweyî ya Brezîlyayê leyîstibû Kupaya Dinyayê qezenc kiribû. Ronaldînho di sala 2006an de bi tîma Barcelonayê re Lîga Şampiyonên UEFAyê qezenc kiribû û di sala 2005an de bûbû xwediyê 'Goga Zêr."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın