Tirkiye

"Ji bo ku bigîhîjin hedefên 2023an em mecbûr in pergalê biguherînin"

Serokomar Erdogan: "Di vê dewra nazik a ku Tirkiye tê da ye, pêdivî bi rêvebiriyeke xurt heye."

19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
"Ji bo ku bigîhîjin hedefên 2023an em mecbûr in pergalê biguherînin"

Ankara

GAZÎANTEP

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Şehîdên 15ê Tîrmehê ya Gazîentabê beşdarî merasima vekirina berhemên giştî bû û li wir bangî gel kir.

Erdogan got ku piştî DEAŞa rêxistina terorî êrişeke xwekujiyê li Gazîentabê kiribû ew ji bo sersaxiyê hatibû bajêr û ji bo hemû şehidên ku di êrîşên terorê û hewldana derbeya FETOyê de mirine sersaxî da gel û got ku Xwedê sebrê bide malbatên wan.

Serokomar Erdogan bal kişand navê Gazîentabê û got ku ji ber qehrameniya xwe ev bajêr bûye Gazîentab û wiha dewam kir: "Her kî ku bibêje li vî welatî gelên ku koka wan cuda ye nikarin bi hevra bijîn bila bê li Gazîentabê binêhêre. Bi tirkmen, kurd, ereb û gelek nijadên din ên cuda ve hemû entabî bi yek dilekî ve waye li vir e. Her kî ku bibêje li vî welatî mezheb û meşrebên cuda nikarin bi hevra bijîn, eywallah bila bê li Gazîentabê binêhêre. Bi sunî, elewî, ji her mezheb û her meşreban mirovên xwe ve hemû Entab waye li vê qadê ye. Her kî ku bibêje li vî welatî mirovên ku ji cihên din tên baş nayên mazuwankirin bila bê li Gazîentabê binêhêre. Bi sûrî, îraqî, efxan ji hemû herêmên din ve mirovên xwe ve Entab wa ye li vir e. "

- "Bi îzna Xwedê 16ê nîsanê wê bibe vejîneke nû.

Serokomar Erdogan behsa guherîna Makezagonê û sîstema Serokatiyê kir û wiha axivî: "Ew xafilên ku li dijî guherîna Makezagonê û sîstema Serokatiyê derdikevin hema wisa tiştan dibêjin, lê her tim şaş dibêjin û derewan dikin. Bi îzna Xwedê 16ê nîsanê wê bibe vejîneke nû. Înşallah ev vejîna nû wê bibe îşareta rabûna li ser piyan. Înşallah emê bi encamekê va kesên ji we bawer nakin û bi we ewle nabin mehcûb bikin."

Erdogan got ku li Tirkiyeyê pêdivî bi rêvebiriyeke xurt heye û wiha pê de çû: "Di vê dewra nazik a ku Tirkiye tê da ye, pêdivî bi rêvebiriyeke xurt heye. Ji bo ku em têkoşîna terorê bighînin encamekê, ji bo ku ji nav têkoşînên li herêmê bi serkeftî derkevin, ji bo ku bigihêjin hedefên 2023an em mecbûr in pergalê biguherînin. Heke na, em ê nikaribin ji bo vîzyonên 2052an û 2071an rê li ber gencên xwe vekin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.