Tirkiye

Li Elezîzê 280 tup jehra marên kobra hat desteserkirin

Dest danîn ser jehra maran ên hat tespîtkirin ku bi rêyên qaçax xistine welêt.

Elif Orhan  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
Li Elezîzê 280 tup jehra marên kobra hat desteserkirin

Elazig

ELAZIG

Li Elezîzê di operasyona 280 tup jehra marên kobra hat bidestxistin de 2 kes jî hat binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Midûriya Şûbeya Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr li ser agahiya jehra maran ên ku bi rêyên qaçax xistine welêt dê bifroşin hin firmayên derman û kimyayê xebat dan destpêkirin.

2 gumanbarên ku teqîbata wan a teknikî û fizîkî hat kirin li Taxa Hîlalkentê dema ku di otomobîlê de diçûn bi operasyona ku hat kirin hatin binçavkirin.

Di lêgerîna ku di otomobîlê de hat kirin de di nav 280 tupan de madeyê kimyewî hat bidestxistin.

Di lêkolîna li laboratuvarê de hat tespîtkirin ku madeya avî ya di nav tupan de jehra marên kobra ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın