Tirkiye, Jiyan

Li Mûşê qezaya otobêsê: 6 kes mirin

Li Mûşê otobêsek qulipî, li gor tesbîtên ewil di qezayê da 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Haydar Şahin  | 19.01.2018 - Rojanekırın : 20.01.2018
Li Mûşê qezaya otobêsê: 6 kes mirin

Muş

MUŞ

Li Mûşê otobêsek qulipî, di qezayê da 6 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Otobêsa saziya Lîder Mûşê ya bi pîlaqeya 34 DF 3668 a ku Adnan Oletaş diajot li herêma Gedîkê ya li ser rêbeja Mûş-Bîngolê totî kendêl bû.

Gelek ambulans, ekîbên cendirmeyan û AFADê  sewqî herêmê kirin.

Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bîngol û Mûşê.



Azîz Yildirimê Waliyê Mûşê hat Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û der barê rewşa tenduristiya birîndaran da agahî sitandin.

Yildirim daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li gor tesbîtên ewil di qezayê da 6 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn. 

Yildirim serxweşî da eqrebayên miriyan û ji bo birîndaran jî şifa xwest û wiha got: "22 birîndarên me li Mûşê, 7ê wan jî li Solexana navçeya Bîngolê tên dermankirin. Otobêsê ji Hatayê rewî dianîn Mûşê. Înşaellah êdî qezayên wiha çênebin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın