Tirkiye

Parlemeneterê HDPê Mehmet Ali Aslan hat binçavkirin

Parlemeneterê HDPê yê Batmanê Mehmet Ali Aslan, di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hat binçavkirin.

18.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Parlemeneterê HDPê Mehmet Ali Aslan hat binçavkirin

Mardin

MARDÎN

Parlemeneterê Partiyan Demokrata Gelan (HDP)ê yê Batmanê Mehmet Ali Aslan, di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hat binçavkirin.

Li gorî agahiyan, Parlemeneterê HDPê yê Batmanê Aslan, di çarçoveya lêpirsîna terorê ya derbarê wî da ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Batmanê va tê ajotin, li Midyada navçeya Mêrdînê hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da derbarê Aslan ji sûcên "mixalefeta Qanûna Meşên Xwepêşandanê û Civînan" û "Biçûkxistina wezîfedarê hikûmetê" ji aliyê 5emîn Dadgeha Asliyeyê va doz hatibû vekirin û ji ber ku beşdarî darizandinê nebûbû biryara girtinê derbarê wî da hatibû dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın