Zanist û teknolojî

Çêkirina "pîla ku li dinyayê ya herî mezin e" kuta bû

Teslayê li Başûrê Awustralyayê pîla lîtyum iyonê ku li dinyayê ya herî mezin e çêkir.

İbrahim Atmaca  | 23.11.2017 - Rojanekırın : 24.11.2017
Çêkirina "pîla ku li dinyayê ya herî mezin e" kuta bû

Queensland

MELBOURNE

Hat ragihandin ku Teslaya hilberînerê otomobîla ceyranê û şirketa depokirina vejenê li Başûrê Awustralyayê çêkirina "pîla lîtyum iyonê ku li dinyayê ya herî mezin e" kuta kir.

Serokwezîrê Eyaleta Başûrê Awustralyayê Jay Weatherill li ser malpera fermî ya Serokwezîriyê daxuyaniya çapemeniyê weşand û ragihand ku Teslayê çêkirina pîla lîtyum iyonê ku li dinyayê ya herî mezin e kuta kir.

- Testên bataryaya mezin wê di 1ê berfanbarê da dest pê bikin

Navenda Teslayê li Californiaya eyaleta Amerîkayê ye. Teslayê li eyaleta Başûrê Awustralyayê ya Awustralyayê bi Neoena şirketa vejenê ya Fransayê ra li hev kir û pîl çêkir. Kapasîteya pîlê 100 megavat e û testên pîla terikî wê di 1ê berfanbarê da dest pê bikin.

Pîla ku hat çêkirin wê saetekê ceyranê bide 30 hezar malên der û dora xwe.

Tê gotin heta niha kapasîteya pîla lîtyum iyonê ya herî mezin 30 megavat hatiye çêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın