Zanist û teknolojî

Facebookê bi sepanên hişê çêkirî ve kesên mêla wan heye ku xwe bikujin tespît bike

Facebookê daxuyand ku ewê bi sepanên hişê çêkirî ve kesên mêla wan heye ku xwe bikujin tespît bike.

Türkan Tosun  | 02.03.2017 - Rojanekırın : 04.03.2017
Facebookê bi sepanên hişê çêkirî ve kesên mêla wan heye ku xwe bikujin tespît bike

Ankara

SAN FRANCISCO

Malpera civakî Facebookê daxuyand ku ji bo kesên mêla wan heye ku xwe bikujin bên tespîtkirin, ewê sepanên hişê çêkirî bi kar bînin.

Hat gotin ku hin taybetmendiyên nû wê li ser sepana peyamê Messengerê û platforma vîdeoyên zindî Facebook Lîveê bên zêdekirin. Bi saya van taybetmendiyên nû di parvekirinan, şîrove û vîdeoyan de wê delîlên meyla xwekuştinê bên tespîtkirin. Piştî ku ev delîl bên tespîtkirin wê xwe bigihinîn kesan û wê alîkariya wan bê kirin.

Facebooka ku ji saziyên profesyonel ên wek Xeta Peyamê ya Krîzê, Xeta Alîkariyê ya Rê Li Ber Xwekuştinêgirtinê ya Navneteweyî alîkariyê hildide daxuyand ku bi saya sepanên nû pisporên ku di vê qadê de dixebitin wê heman xwe bigihînin wan kesên ku mêla wan xwekuştinê heye.

Ev sepanên nû wê bibe alîkar ku hevalê kesên ku mêla wan ya xwekuştinê heye jî bikaribin xwe bigihînin wan kesan.

Heke li ser Facebook Lîvê îşaretek derkeve holê ku kesek wê xwe bikuje, li ser ekran bi otomatîk alternatîfên wek "Xwe bigihîne hevalekî" an jî "xeta alîkariyê" wê derkeve.

Hat ragihandin ku ev sepan ji bo niha wê bi tenê li Amerîkayê bê xebitandin, lê di nav salê de wê paşê hêdî hêdî li gelek welatan jî bê bikaranîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.