Zanist û teknolojî

Hindistanê 104 peykên nano şand fezayê û bû xwedî rekorê

Hindistanê di carekê de 104 peyk şand fezayê û rekora Rûsyayê ji dest wê girt.

15.02.2017 - Rojanekırın : 15.02.2017
Hindistanê 104 peykên nano şand fezayê û bû xwedî rekorê

Ankara

DELHIYA NÛ

Hindistanê bi heman roketê va 104 peykên nano şand fezayê û bû xwedî rekorekê.

Rêxistina Lêkolîna Fezayê ya Hindistanê (ISRO) daxuyand ku ji Srîharîkotaya navenda fezayê ya ku li rojhilatê welêt e, ji roketekê 104 peykên nano yên ji 10 kîloyan kêmtir in şandin fezayê.

ISROyê daxuyand ku ev peyk li fezayê ketine rêgehê.

Hat gotin ku ji van 96 peyk ên Amerîkayê, peykên din jî yên Yekîtiya Mîrektiyên Ereban, Îsraîl, Hollanda, Swîsre û Qazaxistanê ne.

Di sala 2014an de Rûsyayê 37 peyk di carekê de şandibû fezayê û bûbû xwedî rekor. Lê Hindistanê bi şandina 104 peykan ve ev rekor ji destê Rûsyayê girt.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser medyaya civakî zanyar pîroz kirin û wiha got: "Ev serkeftina bêhempa ya ISROyê ji bo zanista asîmanî û welatê me serfiraziyek e. Hindistan van zanyarên me rêzdarî silav dike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın