Zanist û teknolojî

Ji YEyê bo Facebookê cezayê pere yê "zehf"

YEyê ji ber ku di pêvajoya kirîna WhatsAppê da agahiya xelet û şaş da, 110 milyon ewro cezayê pere da Facebookê.

Önder Beyter  | 18.05.2017 - Rojanekırın : 19.05.2017
Ji YEyê bo Facebookê cezayê pere yê "zehf"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

BRUKSEL

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber ku di pêvajoya kirîna sepana WhatsAppê da agahiya xelet û şaş da, 110 milyon ewro cezayê pere da Facebookê.

Komîsyona YEyê ragihand, ji ber sedema ku şirketa Fecebookê di kirîna sepana WhatsAppê da agahiyên şaş û xelet da, wan cezayê pere da Facebookê.

Facebookê sepana WhatsAppê di 2014an da bi nêzîkî 22 milyar dolarî kirîbû. Şirketê dema WhatsApp kirîbû, soz dabû dezgeha verastkirinê ya YEyê ku ewê daneyên şexsî kom neke, di navbera herdu şirketan da parve neke û wê hesabên bikarhêneran bi hev va neke. Lêbelê WhatsAppê di meha tebaxê da polîtîkaya xwe guherandibû û herwiha hin daneyên bikarhêneran ên wekî nimroya têlefonan û navê profîlan bi fîrmaya sereke Facebookê ra parve kiribû.

Komîsyona YEyê jî ji ber vê kiryarê tawanbariya fermî raberî Facebookê kiribû ku bereksê verastkirinên YEyê tevdigere.

Piştî ku bersiv û daxuyaniyên Facebookê têrê nehatin nirxandin, biryara birîna 110 milyon ewro cezayê pere li şirketê hat dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.