Zanist û teknolojî

Reşçaleke ku bi 100 hezar qat ji Rojê mezintir e hat keşifkirin

Reşçaleke ku bi qasî 200 tîrejesalî dûrî galaksiya Kadizê (Kakêşan) ye hat keşifkirin.

Ahmet Aydın  | 05.09.2017 - Rojanekırın : 06.09.2017
Reşçaleke ku bi 100 hezar qat ji Rojê mezintir e hat keşifkirin

Ankara

ANKARA

Reşçaleke ku bi qasî 200 tîrejesalî dûrî galaksiya Kadizê (Kakêşan) ye hat keşifkirin.

Di lêkolîna ku bi serkêşiya Tomoharu Oka ji Zanîngeha Keioyê ji aliyê Zanyarên Japonî ve tê ajotin de, hat ragihandin ku reşçala keşifkirî bi gazên molekuler dorpêçkirî ye.

Lêkoleran ragihand reşçala bi qebereya navendî ya ku ji Çola Atacamaya Çîliyê ve bi teleskopên ALMAyê hat dîtin, di cureya xwe de nimûneyeke yekem e û duyemîn reşçala mezin a keşifkirî ya di Galaksiya Kadizê de ye.

Herwiha hat ragihandin ku ew reşçal bi qasî 200 tîrejesalî dûrî galaksiya Kadizê ye û bi 100 hezar qat ji Rojê mezintir e.

Hûrgiliyên vê keşfê di kovara "Nature Astronomy"ê de hatin weşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın