Zanist û teknolojî

Teleskoba mezin a Çînê 2 sitêrkên pulsar keşf kirin

Teleskoba radyoya mezin 2 sitêrkên pulsar keşf kirin.

Haydar Şahin  | 10.10.2017 - Rojanekırın : 11.10.2017
Teleskoba mezin a Çînê 2 sitêrkên pulsar keşf kirin

Beijing

PEKÎN

Hat ragihandin ku teleskoba radyoya mezin 2 sitêrkên pulsar keşf kirin.

Di daxuyaniya Mala Çavdêriya Astronomiyê ya Neteweyî ya Çînê (NAOC) da hat diyarkirin ku li Guîcouya bajarê welêt Teleskoba Rodyaya Diyafram a Kurewî (FAST) ya ku jê ra dibêjin Tîenyen (Esman) û çapa wê 500 mêtre ye 2 sitêrkên bi navê J1859-01 û J1931-01 keşf kirin.

Piştî avakirinê ev salek e Tienyen tê ceribandin, hat ragihandin ku sitêrkên bi destê Tienyenê hatin keşfkirin û ji hêla teleskoba li Awistiralyayê jî hatin tesdîqkirin.

Hat ragihadin ku sitêrka J1859-01ê 16 hezar salên roniyê, sitêrka J1931-01ê jî 4 hezar û 100 salên roniyê dûrî dinyayê ye.

Ping Boyê ji rayedarên projeya Tienyenê got ceribandiona teleskobê ew ê di navbera 3 û 5 salan da dewam bike, Tienyenê di sala ceribandinê ya ewil da 2 pulsar keşf kirin ev jî ji bo projeyê tiştekî zehf baş e.

Di sala 2011an da dest bi çêkirina Tienyenê kiribûn, projeyê 200 milyon yuan (kêmzêde 180 milyon dolar) girtibû, ji bo ku daneyan bêpirsgirêk hilde jî 8 hezar kesên ku 5 kîlometreyî nêzî teleskobê bûn ji herêmê hatibûn tehliyekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın