Zanist û teknolojî

Wesayîta fezayê ya bêmirov a Japonyayê wêneyên xwe yên ewil şand

Wesayîta bêmirov a esmanî ya ku ji hêla ajansa fezayê ya Japonyayê ve hatiye çêkirin wêneyên xwe yên ewil ji Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ÎFN) şand.

Türkan Tosun  | 18.07.2017 - Rojanekırın : 22.07.2017
Wesayîta fezayê ya bêmirov a Japonyayê wêneyên xwe yên ewil şand

Ankara

ANKARA

Wesayîta bêmirov a esmanî ya ku ji hêla ajansa fezayê ya Japonyayê ve hatiye çêkirin wêneyên xwe yên ewil ji Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ÎFN) şand.

Li gor nûçeya BBCyê, wesayîta fezayê ya bi navê "Internal Ball Camera" ji fezayê wêneyên xwe yên ewil ji ÎFNyê re şand.

Ajansa Keşfê ya Fezayê ya Atmosferê a Japon daxuyand ku wesayîta esmanî di meha hezîranê de gihîşt fezayê û ev wesayît dikare ji her aliyî ve wêne û vîdeoyan bikşîne.

Ev wesayît ji dinyayê tê rêvebirin û armanca wê ew e ku ew xebat û ceribandinên astronotan bi wêneyan ve belge bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın