Aborî

Firotina otomobîlên luks di çaryeka yekemîn da ji sedî 12 zêde bû

Bazara otomobîlên luks di çaryeka yekemîn a sala îsal da li gorî heman serdema sala 2017an ji sedî 11,8 zêde bû û derket 3 hezar û 466an

Önder Beyter  | 15.04.2018 - Rojanekırın : 16.04.2018
Firotina otomobîlên luks di çaryeka yekemîn da ji sedî 12 zêde bû

Istanbul

ÎSTANBUL

Bazara otomobîlên luks di çaryeka yekemîn a sala îsal da li gorî heman serdema sala 2017an ji sedî 11,8 zêde bû û derket 3 hezar û 466an.

Li gorî daneyên Komeleya Dîstrîbutorên Otomotîvê, di rêbendan-adara 2018an da 158 hezar û 430 otomobîl hatin firotin. Di vê çarçoveyê da firotina otomobîlan li gorî heman serdema sala çûyî ji sedî 5,5 zêde bû û segmenta luks (E) jî ji sedî 11,8 mezin bû. Di çaryeka yekemîn a sala çûyî da 3 hezar û 100 otomobîlên luks hatin firotan, di heman derdema sala îsal da ev reqam derket 3 hezar û 466an.

Di segmenta Eyê da di vê serdemê da herî zêde ji BMW Seriya 5an otomobîl hatin firotin ku reqama wê jî hezar û 134 e. Di rêza duyemîn da Mercedes-Benz E tê ku reqama wê 846 e û herwiha di rêza sêyemîn da jî Audi A6 TDI tê ku 326 otomobîl jê hatin firotin.

Herwiha di vê segmentê da ji modêlên wekî Audi A6 TFSI, Volvo XC60, Volvo S90, Mercedes-Benz GLC û Porche Macanê gelekî otomobîl hatin firotin.

- Bazara ultra luksê ji sedî 2,8 mezin bû

Di çaryeka yekemîn a sala îsal da li gorî heman serdema sala çûyî segmenta ultra luksê (F) ji sedî 2,8 mezin bû. Di vê segmentê da jî 805 wesayît hatin firotin.


Yekûna firitana wesayîtên luks û ultra luks ên di çaryeka yekemîn a 2017 û 2018an wiha ye:

20172018Guherîn
Segmenta E (Luks)3.1003.466%11,8
Segmenta F (Ultra Luks)783805%2,8
Yekûn3.8834.271%10,0


Di serdema rêbendan-adara 2018an da firitana wesayîtên luks û ultra luks ên li gorî marqeyan wiha ye:

MarqeSegmenta ESegmenta F YEKÛN
Alfa Romeo606
Aston Martin033
Audi50648554
Bentley033
BMW1.1431511.294
Ferrari044
Ford909
Hyundai011
Jaguar40343
Jeep6814
Land Rover155236391
Lexus628
Maserati11112
Mercedes-Benz1.1211001.221
Mitsubishi33
Porsche12430154
Ssangyong404
Subaru13013
Toyota52052
Volkswagen101
Volvo279202481
YEKÛN3.4668054.271

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.