Selman Aksünger
26 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2024
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî di doza ku Komara Afrîkaya Başûr bi hinceta "jenosîd"ê dijî Îsraîlê vekir da wê îro biryara xwe ya ji bo daxwaza "tedbîra îhtiyadî" eşkere bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî da hat diyarkirin di doza ku Komara Afrîkaya Başûr bi hinceta Îsraîl di êrîşên dijî Xezeyê da Peymana Cezakirin û Rêlibergirtina Jenosîdê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi dîroka 1948an binpê dike dijî Îsraîlê vekir da îro wê biryara xwe ya ji bo daxwaza "tedbîra îhtiyadî" eşkere bike.
Biryar li gorî saeta Tirkiyeyê wê di 15.00an da bê eşkerekirin.