İbrahim Atmaca
22 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2019
Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Efxanistanê daxuyand ku li gor encamên nefermî Eşref Xanî cardin wek serokomar hat hilbijartin.
Serokê Komîsyonê Hava Alem Nûristanî civîna çapemeniyê li dar xist û encamên neteqez ên tûra ewil a hilbijartina serokomariyê eşkere kir.
Nûristanî diyar kir ku Eşref Xanî ji sedî 50,64 deng hildan.
Nûristanî diyar kir, Serokê Lijneya Îcrayê ya Efxanistanê û Namzedê Serokomariyê Ebdullah Ebdullah di rêza duyemîn da ye û di rêza sêyemîn da jî Gulbeddîn Hîkmetyar heye.
Nûristanî diyar kir ku ji 2 milyonî kêmtir kes beşdarî hilbijartinê bûn û heke meriv reyên bî hîle jê derxe, jimara reyên derbasdar milyonek û 843 hezar in.
Nûristanî got ku encamên teqez ên hilbijartinê wê piştî îtiraz û giliyan were eşkerekirin.