Çağrı Koşak
10 Îlon 2023•Rojanekirin: 10 Îlon 2023
Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihand jimara kesên ku di erdheja duh bi şev nêzî bajarê Marakeşê bi mezinahiya 7an çêbû da mirin derket 2012an.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku di erdheja li herêma El-Huzê ya Marakeşê çêbû da jimara miriyan derket 1305an, jimara birîndaran jî derket 2059yan.
Li herêma El-Huzê ya li ser Marakeşa bajarê Fasê duh bi saeta herêmî di saet 23.10an da bi mezinahiya 7an erdhej çêbû.
Hatibû diyarkirin erdheja ku duh bi saeta herêmî di saet 23.10an da çêbû di serî da paytext Rabatê li bajarên Kazablanka, Meknes, Agadîr û Fesê jî hat hîskirin.