Hussien Elkabany,Ali Semerci,Ali Altunkaya
17 Sibat 2026•Rojanekirin: 18 Sibat 2026
Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY), Filistîn û Iraqê eşkere kir ku sibê roja ewil a remezanê ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Mehkemeya Bilind a Erebistana Siûdî da hat diyarkirin ku heyva nû ya meha remezanê hat dîtin û sibê roja ewil a remezanê ye.
Komîteya Çavdêriya Heyva Nû ya Wezareta Karên Îslamê û Weqfan a Qeterê jî eşkere kir ku sibê roja ewil a meha remezanê ye.
Dîwana Serokatiya Dewletê ya MEYê jî ragihand ku heyva nû ya meha remezanê hat dîtin û sibê roja ewil a meha remezanê ye.
Serokatiya Îrşad û Weqfan a Yêmenê jî eşkere kir ku sibê roja ewil a meha remezanê ye.
Miftiyê Filistîn û Qudsê Şêx Mihemed Huseyîn jî da zanîn ku meha remezanê dê sibê dest pê bike û sibê roja ewil a meha remezanê ye.
Li Iraqê Wezareta Weqfan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Wefa Suniyan jî diyar kir ku roja ewil a meha remezanê dê sibê dest pê bike.
- "Welatên ku dê roja pêncşemê dest bi remezanê bikin
Sermiftiyê Urdinê Ehmed el-Hesenat ragihand ji ber ku heyva nû nehat dîtin sibê dê wekî roja 30emîn a meha şebanê bê qebûlkirin û 19ê sibatê roja pêncşemê dê dest bi meha remezanê bikin.
Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî eşkere kir ku dê meha remezanê roja pêncşemê dest pê bike.