12 Sibat 2021•Rojanekirin: 13 Sibat 2021
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Mesûd Barzaniyê Serokê berê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) lîderê wê ye ragihand ku PKKya rêxistina terorê her tim li pey revê ye.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji ber îdiaya PKKê ya "PDK şirîkatiya TSKê dike û pê ra tevdigere" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Mihemed destnîşan kir tu eleqeya partiya wan bi operasyonên Artêşa Tirkiyeyê ku li dijî PKKê birêva dibe ra tune ye û wiha got: "PDKê tu carî ji bo şer kirin û yan jî şernekirinê pêşî li PKKê negirtiye. Di dema ku nikarin şer bikin û direvin da tu xetayê PDKê tune ye."
Daxuyaniya nivîskî ya Mihemed wiha dewam kir: "PKK divê dev ji wan tohmetên xwe yên bêbingeh berde. Ew baş dizanin ku heke eleqeya PDKê bi vî şerî hebûya wê PKK di halekî xerabtir da bûya. Li gor me çareseriya herî xweş a vê bêîstiqrariyê ew e ku bila PKK destê xwe ji pêsîra Herêma Kurdistanê bikişîne."
Berdevkê PDKê Mihemed ragihand ku PKK nikare di nav axa Tirkiyeyê da şer bike û ew her tim di nav revekê da ye.