Mustafa Deveci
01 Mijdar 2023•Rojanekirin: 02 Mijdar 2023
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir ku ew di nava şerekî dijwar da ne û ev şer wê dirêj bibe.
Piştî ku 9 eskerên din ên Îsraîlê li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî hatin kuştin, Netanyahu daxuyaniyeke bidîmen weşand.
Serokwezîrê Îsraîlê di axaftina xwe da diyar kir ku wan li Xezeyê "gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin, lê gelek zayîata wan jî çêbû".
Netanyahu diyar kir, "heta ku ew di şerê li Xezeyê da serkeftî nebin" ew ê şer bikin û wiha got, "Em di nava şerekî dijwar da ne. Ev şer wê dirêj bibe."
Artêşa Îsraîlê duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di pevçûnên bakurê Xezeyê da 2 eskerên Îsraîlê hatin kuştin. Artêşê di daxuyaniya serê sibehê da jî ragihandibû ku 9 eskerên wan ên din jî li Xeta Xezeyê hatin kuştin.