Hüseyin Cem Dağıstanlı
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 07 Nîsan 2023
Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo herêma ku ji erdhejên 6ê sibatê bi bandor bûn, hişyariya barana gur da.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê tê pêşbînîkirin ku sibe li herêma erdhejê ji destê sibê pê ve li Osmaniye û Kahramanmaraşê baran û birûsk bibandor be û piştî danê nîvro jî li Adiyeman, Meletî, Elezîz û Diyarbekirê bi xurt baranê bibare.
Divê gelê herêma erdhejê li hember neyîniyên wek lehî, birûsk, barîna zîpikê û bayê xurt, baldar û hişyar be.