Kemal Ceylan
12 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2023
Midûriya Herêma 11emîn a Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî daxuyand ku li Çorumê bi qasî 40 flamîngoyî hatin dîtin.
Li ser hesabê Midûriyetê wêneyên flamîngoyan yên li cihekî avî hatine kişandin jî hatin parvekirin.
Di peyamê da wiha hat gotin: "Di xebatên çavdêriyê ya Midûriya Şaxa Çorumê ya Midûriya me ya Herêmê da bi qasî 40 flamîngoyî hatin dîtin."