Günay Nuh
13 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
Li Erdexana ku zivistan lê dijwar û dirêj derbas dibe, xelk di nîvê havînê da êzingan dişkînin û bi dadana sobeyê xwe germ dikin.
Vê demsala ku li seranserê welêt germa havînê bi bandor e, li Zozanên Bilbilan ên di navbera Erdexan û Artvînê da ku bilindahiya wê bi qasî 2 hezar û 580 raqimî ye, germa hewayê bi şev dadikeve binê 0 pileyê.
Baranên ku di rojên dawîn da bê navber bi bandor in, bandoreke neyênî li ser jiyana gundiyan dike.
Ji ber sermaya di nîvê havînê da li zozanan bi rojê jî sobe tên dadan û gundî xwe li ber germ dikin.
Li Zozanên Bilbilanê Nurbay Akpinarê ku li texma Bagdeşenê di xaniyê xwe yê zozanan da dijî di nîvê tîrmehê da li ber sobeyê xwe germ dike.
Akpinar ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku di rojên dawîn da hewa gelekî sar bûye û got, "Demsala me ya zozanan seranserê salê her tim bi vî rengî bû, sobe qet venemirîn. Car bi caran em bi rojê jî sobeyan dadidin, lê êvaran bê îstîsna sobeyên me dadayî ne. Hewa gelekî sar e."
Salih Bozkurtê ku li Zozanên Bilbilan kargêrê xwaringehekê ye jî destnîşan kir ku vê havînê heta niha sobe venimrandine û got, "Em ketin meha tîrmehê lê sobeya ma her tim dadayî ye. Bi taybet êvaran em sobeyê venamirînin."