Sabri Yıldırım
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 06 Nîsan 2023
Li Mûşê ekîbên şaredariyê bi germbûna hewayê ra li kuçe û kolanan xebatên paqijkirinê da destpêkirin.
Şaredarê Mûşê Feyat Asya destnîşan kir li bajêr paqijiya biharê dikin.
Feyat Asya diyar kir piştî zivistana çetin her sal xebatên paqijiyê dikin û got ku em kuçe û kolanên bajêr paqij dikin û dişon.