Yaşar Mert
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 06 Nîsan 2023
Li Posofa navçeya Erdexanê rihê şerîf ji bo ziyaretê hat nîşandan.
Welatiyên di bernameya li Mizgefta Navendê da hatin cem hev, mewlûd û îlahiyên piştî nimêja nîvro hatin xwendin guhdarî kirin.
Paşê rihê şerîf ê li 63 pîneyan alandî ji sandoqa piçûk hat derxistin û di nava pijgîrê da digel dia û selawatan bo qada ziyaretê hat veguhestin.
Ji bo ziyareta rihê şerîf ê di hundirê fanûsa cam da cemaet ket dorê û her wiha selawat anîn û dia kirin.