Elif Irmak
01 Nîsan 2020•Rojanekirin: 03 Nîsan 2020
Li Tunisê biryar hat dayîn ku rewşa karantînaya giştî ya ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat îlankirin du hefteyên din bê dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Tunisê Konseya Ewlehiya Neteweyî bi serokatiya Serokomar Qeys Seîd li Qesra Kartacayê civiya.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Konseyê geşedanên dawîn ên der barê vîrusê da nirxandin û biryar da ku rewşa karantînaya giştî ya ku berê li tevahiya welêt hatibû îlankirin û dê 4ê nîsanê da dawî lê bê heta 19ê nîsanê bê dirêjkirin.
Serokomar Seîd di axaftina xwe ya beriya civîna Konseyê da destnîşan kir ku bi sepana karantînaya giştî li ser hin madeyên xidayê yekdestîbun zêde bû.
Seîd got ku divê qanûna cezayê ber çav ra derbas bikin û kesên ku di pêvajoyeke wiha da madeyên xidayê yekdestî dikin wekî "sûcdarê şer" bên hesibandin.
- Ji Çînê ji bo Tunisê peyama alîkariyê
Ji aliyê din va birêvebiriya Çînê eşkere kir ku ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê amade ye ku alîkariya Tunisê bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Tunisê Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng ji hemtayê xwe yê Tunisî Seîd ra peyamek şand.
Şî di peyama xwe da ragihand welatê wî amade ye ku heke ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê ekîpmanên tibî bên kirîn hêsaniyên fînansê pêk bîne û tecrubeyên xwe yên di warê têkoşîna dijî şewbê da parve bike.
Serokdewletê Çînê ragihand armanc parastina ewlehî û tenduristiya gelên Çîn û Tunisê ye.
Tunisê di çaçroveya piştgiriya têkoşîna dijî vîrusa koronayê da şemiya borî ji Çînê techîzatên tibî tedarik kirbû.
Li Tunisê herî dawîn hatibû eşkerekirin ku ji ber vîrusa koronayê ya nû 10 kes mirine, jimara weqiayan jî 394 e.