Önder Beyter
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê li navçeya Sûrê ku wekî "dilê" bajêr tê tewsîfkirin, di kolana li Girê Amîdaya 5 hezar salî da qanaleke avê ku ji nava gir ra derbas dibe û herwiha tuneleke ku digihîje qanalê hatin tesbîtkirin.
Li Girê Amîdayê ku ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra bûye dergûş, Qesra Artûqiyan di serî da ji bo ku berhemên di binê erdê da mane bên derxistin, di bin serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz da xebateke kolanê dabûn destpêkirin ku ev xebat niha jî berdewam e.
Prof. Dr. Yildiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da da bibîrxistin ku di kolana arkeolojîk a ewil a sala 1962yan da bingeha qesra serdema Hikimdarê Artûqî Melîk Salih Nasiredîn Mehmûd (1200-1222) û xeml û xetên mozaîka şûşe û kevirên rengîn hatibûn derxistin.
Yildiz herwiha bal kişand, ji ber ku dever di nava qada eskerî da ye û milkê şaredariyê ye, ji wê demê heya niha tu kolan nahatine kirin û wan jî bi biryara Wezareta Çand û Turîzmê va qedera 2 meh berê dest bi kolanê kir.
- Ji ber ku pêşiya wê xitimiye, nehatiye ferqkirin
Yildiz diyar kir ku di çarçoveya xebatên kolanê da wan, qanaleke avê ku ji nava gir ra derbas dibe û herwiha tuneleke ku digihîje qanalê, tesbît kirin. Yildiz got, ev tunela ku hebûna wê dihat zanîn, ji ber ku pêşiya wê xitimiye, lewma nehatiye ferqkirin.
Yildiz got ku di çavkanî û nîşeyên gerokan da behsa wê yekê tê kirin ku di keleha navxweyî da çavkaniyeke avê heye û wiha dewam kir, "Em wer texmîn dikin, ev av bi pergala ku bi destê alimê Îslamê El-Cizîrî hatiye çêkirin, dihat derxistin û di Qesra Artûqiyan da dihat emilandin. Delîla vê yekê jî ew e ku di kolanê da berateyên selsebîl, hewz û hemama li milê rojhilatê hatin dîtin."