Tirkiye

"Heke Kiliçdaroglu nebe namzed ez namzedê Serokomariyê me"

Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê, "Heke Serokê me yê giştî bibe namzed ez ê her tim piştgiriyê bidim wî. Ku nebe namzed û ezayên partiyê yên eleqedar wezîfeyê bidin min ez ê bibim namzedê Serokomariyê."

Haydar Şahin  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
"Heke Kiliçdaroglu nebe namzed ez namzedê Serokomariyê me"

TBMM

MECLIS

Ozturk Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Parlementerê Erdexanê got, "Heke Serokê me yê giştî bibe namzed ez ê her tim piştgiriyê bidim wî. Ku nebe namzed û ezayên partiyê yên eleqedar wezîfeyê bidin min ez ê bibim namzedê Serokomariyê."

Yilmaz li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo berjewendiyên gel û welêt gelek caran pêşniyaz kir.

Yilmaz got ku kesî guh neda pêşniyazên wî û wiha axivî: "Îqtidar li gor xwe hin caran guh dide pêşniyazan lêbelê pirî caran guhê xwe ji pêşniyazan ra digre."

Yilmaz destnîşan kir ku bi referanduma 16ê nîsanê va dîtin ku demokrasî hat binpêkirin û serdestiya hiqûqê ji holê hat rakirin, dengê çapemeniyê hat birîn, zextê li mixalifan dikin.

Yilmaz got ku herî dawîn "hilbijartina serdagirtinê" anîn rojevê û wiha pê da çû: "Zextê li îradeya gel dikin, tengasiyan derdixin pêşiya gel ku bi aqilmendî biryara xwe nedin û rêvebirên xwe hilnebijêrin. Ji vê ra jî dibêjin demokrasî."

Ozturk Yilmaz bal kişand ku ji hilbijartinê ra hindik ma û wiha pê da çû: "Stratejiya ku mixalefet pêk bîne zehf girîng e. Ez jî dixwazim ku di vê stratejiyê da cî bigrim. Lewra gelek tişt hatin serê min, ez ji malbateke feqîr a li gundekî piçûk ê Erdexanê hatim vê derê."

Yilmaz bi bîr xist ku li Wezareta Karên Derva wezîfeyên girîng kiribû û wiha axivî:

"Tirkiye ji pêvajoyeke zor derbas dibe. Rêyek lazim e. Dibê em qeydên ku li lingên me xistine bişkênin û biavêjin. Îradeyeke saxlem lazim e. Medya û hin giregir dixwazin ku namzedê CHPyê bi xwe tesbît bikin. Yanê dibêjin Birêz Erdogan hemû tişt kir lêbelê têrê nake. Hê bawer nakin ku were hilbijartin û dixwazin ku namzedê CHPyê bi xwe tesbît bikin. Ez 47 salî me û her tim ser ketim. Tu fikareke min tune, xêncî Xwedê jî ji tu kesî natirsim.

Heke Serokê me yê giştî bibe namzed ez ê her tim piştgiriyê bidim wî. Ku nebe namzed û ezayên partiyê yên eleqedar wezîfeyê bidin min ez ê bibim namzedê Serokomariyê. Êdî ji derva namzedî nabe, kêrguşk nabe namzed, ev meydana mêran e. Bawer dikim ku ez ê bi ser bikevim."

Yilmazê CHPyî got dixwaze ku şebeqa 25ê hezîranê çavê xwe li Tirkiyeyeke azad veke.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.