08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
ANKARA
- Hat tesbitkirin ku di operasyona hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirkan da ku roja yekşemê li herêma Qendîla li bakurê Iraqê hat kirin, herî kêm 22 endamên rêxistina terorê hatine kuştin.
Li gor îstixbarata ku hatibû hildan balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî di 5ê hezîranê roja yekşemê li herêma Qendîla li bakurê Iraqê li dijî kozikên rêxistina terorê derketibûn operasyona hewayî.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da herî kêm 22 endamên rêxistina terorê hatine kuştin.