Hasan Öymez
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
ANKARA
Serokatiya Teşkilata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê operasyon kir û Yusuf Nazikê ku di êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê da bi îstixbarata Sûriyeyê ra têkilî danî û rê nîşanî kiryaran da, girt û anî Tirkiyeyê.
Li gor agahiya ku hat hildan, MÎTê Yusuf Nazikê plankarê êrîşa Reyhanliyê ku 53 welatî tê da miribûn ji Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê anî Tirkiyeyê.
Yusuf Nazîkê organîzatorê êrîşa Reyhanliyê ku di lîsteya "hêşîn" a terorîstan da ye, bi operasyona mensûbên MÎTê va hat girtin û pişt ra bi rêyên ewledar anîn Tirkiyeyê û hildan jêpirsînê.
Nazik di îfadeya xwe ya ewil da îtiraf kir ku wî êrîşa Reyhanliyê plan kir, bi telîmata ku ji yekeyên îstixbarata Sûriyeyê hilda va seba çalakiyê li Tirkiyeyê xebatên keşfê kir, ji Sûriyeyê teqemenî da derbaskirin, du wesayîtên transît peyda kir û di wesayîtan da bicihkirina teqemeniyan organîze kir.

Her wiha Nazik der heqê Mîhraç Uralê serkirdeyê Muqawemeya Sûriyeyê ku tê zanîn di teqînên Reyhanliyê da rol hilda da jî agahiyên berfireh parve kir, di jêpirsînê da bangî bersûcên firar ên tevî çalakiyê bûn jî kir ku werin teslîm bibin.
Nazik di îfadeya xwe da got ku ew li Antakyayê hatiye dinyayê û der heqê malbata xwe da agahî da û îtiraf kir ku wî bi hevalê xwe ra êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê kir.
Nazik diyar kir ku wî ferman ji îstixbarata Sûriyeyê hilda û wiha dewam kir, "Min nikaribû ji dewleta Tirkiyeyê birevim, ez poşman im. Ez li Sûriyeyê girtim û anîn. Ez bangî hevalên xwe yên li Sûriyeyê dikim, vegerin, dewleta Tirk wê li me xwedî derkeve, dewleta me wê li me xwedî derkeve. Ez bangî dewleta Sûriyeyê jî dikim, dewleta Tirkiyeyê pir mezin e, wê helbet hesabê vê ji we bipirse."
- Êrîşa Reyhanliyê
Li Hataya navçeya Reyhanliyê di 11ê Gulana 2013an da du êrîşên bibombe yên terorê hatibûn kirin û tê da 52 kes miribûn û gelek kes birîndar bûbûn. Kesekî birîndar jî paşê mir û hejmara kuştiyan derketibû 53yan. Êrîş li kêleka Şaredariya Reyhanliyê pêşiya avahiya PTTê hatibû kirin û di teqînan da 912 avahî, 891 kargeh û 148 wesayîtan zirar dîtibû.
Ji 33 kesên ku ji ber doza êrîşa Reyhanliyê dihatin darizandin, 9 kesan cezayê heta hetayê yê girankirî xwaribûn, 13 kesan jî di navbera 10-15 salan da ceza xwaribûn.
Yusuf Nazik jî di nav da 8 kesên firar di lîsteya "hêşîn" a terorîstên lê digerin da ne.
Wê demê Ozcan Şîşmanê mensûbê FETOyê jî wek Dozgerê Reyhanliyê wezîfe dikir û derket holê ku berî teqînê MÎTê agahiya çalakiyê dabû Şîşman, lê wî guh nedabû raporê û nehîştibû li gor raporê lêpirsîn vebe û bûbû sedema teqînê.