Tirkiye

Tirkiyeyê bertek nîşanî Yewnanistana ku derbekar berda da

Wezareta Karên Derva: "(Serbestberdana Ozkaynakçiyê derbekar) Vê biryarê carekê dîsa nîşan da ku Yewnanistan welatekî wisa ye ku derbekaran mihefeze dike."

Haydar Şahin  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
Tirkiyeyê bertek nîşanî Yewnanistana ku derbekar berda da

Ankara

ANKARA

Ji ber ku Daraza Bilind a Yewnanistanê Suleyman Ozkaynakçiyê ji derbekarên hewla derbeya 15ê Tîrmehê ya FETOyê bû û reviyabû Yewnanistanê ji bo demekê serbest berda Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê bertek nîşan da.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku Daraza Bilind a Yewnanistanê biryara ji bo Suleyman Ozkaynakçiyê ji 8 derbekarên hewla derbeya bêbexta a 15ê Tîrmehê bû û reviyabûn Yewnanistanê û ji wê derê heqê îlticayê xwestibûn di 19ê nîsanê da eşkere kir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Her çiqasî di daxuyaniyan da bêjin ku Ozkaynakçi bi şertê kontrolê ya hişkem hatiye berdan jî ev biryara nîşan dide ku ji bo derbekarekê tevlî hewla derbeyê bûye tevdîr nehatine girtin û Yewnanistan welatekî wisa ye ku derbekaran mihefeze dike."

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku rayedarên Yewnanistanê di daxuyaniyên xwe da dibêjin ku "derbekarên xayîn ên din jî ew ê çend roj şûnda werin berdan û wiha hat gotin: "Ev rewşa wekî ku rayedarên Yewnanistanê dibêjin sepandineke binçavkirinê ye jî nîne. Daraza Yewnanistanê bi caran daxwaza îadekirina wan derbekarên ku qesdî demokrasiya me kirine red kir, ji encameke wiha ra bingeh amade kir. Di mijara îadekirina derbekaran û darizandina wan a li welatê me da biryardar in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.