"Cejna Çarşema Sor" a Êzdiyan
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê cejna malbatên Êzdî pîroz kirin.
Mardin
MARDÎN
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê Wezîfedarî kir cejna malbatên Êzdî pîroz kirin.
Ekîbên Maseya Mêrdînê ya Şaredariyê ji bo Cejna Çarşema Sor a di 17ê nîsanê da tê pîrozkirin Êzdiyên ku ji Şengala bajarê Iraqê revîbûn û li kampên li Midyada navçeya Mêrdînê hatibûn bicîkirin ziyaret kirin, şirînahî li wan belav kirin.
Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mustafa Yaman diyar kir ku Mêrdîn bi cudahiyên xwe va xweş e.
Yaman destnîşan kir ku li Mêrdînê ziman û baweriyên cuda bi hev ra dijîn û wiha pê da çû:
"Bajarê me bajarek e ku lê dîn û zimanên cuda dijîn. Em dixwazin ku Mêrdîna me ya bi sedan sal e lê hizûr û aştî heye bi xweşikahiyan were zanîn. Ji ber vê em di rojên taybet ên cudahiyên xwe da gelê xwe ziyaret dikin. Çend roj berê di Cejna Paskalyayê ya welatiyên xwe yên Suryanî da jî em li cem wan bûn. Nika jî li cem welatiyên xwe yên Êzdî ne û me ew bi tenê nehîştin."