21 Îlon 2020•Rojanekirin: 22 Îlon 2020
Li Hekariyê teqemeniya ku di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da hat tesbîtkirin, hat jinavbirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, xebatên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê yên deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên rêxistina terorê PKKyê, didomin.
Di vê çarçoveyê da 16ê îlonê li gundê Yaylapinara li ser naçeya Şemdînliyê li tanga Baregeha Girê Sor mayineke antî personel hat tesbîtkirin.
Teqemeniya bidestxistî bi destê ekîban hat jinavbirin.
Li herêmê operasyona didome.