İbrahim Özcan
04 Mijdar 2025•Rojanekirin: 05 Mijdar 2025
Li Kilîsê wesayît û panelvanek li hev qelibîn, di qezayê da 4 kes birîndar bûn.
Panelvana ku şofêrê wê E.K. û plaqeya wê 31 BAC 784 li Taxa Helvaciogluyê li wesayîta ku şofêrê wê M.B. û plaqeya wê 31 GV 180 ye qelibî.
Ji ber lihevqelibînê panelvan welgeriya.
Li ser cawdayînê polês, ekîbên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Elken U, Erkan U, V.M.B. û G.K yên di herdu wesayîtan da birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşcayê.