16 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2021
Li Stenbolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 8 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li ser xebera 9 kesên 5 jê welatiyên Sûriyeyê ne û qaşo di nav qadroyên çiyê yên PYD/YPGê da cî girtine, dereqanûnî derbasî Stenbolê bûne û li pey çalakî lidarxistinê ne, dest bi xebatê kir ku wan biqefêle.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban awayek hevdem li Baxcilar, Eyupsultan, Kadikoy, Kaxitxane û Sancaktepe girtin ser 9 navnîşanan û 8 gumanbaran binçav kirin.
Di lêgerînên li navnîşanan hatin kirin da gelek amûrên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin qefaltin. Ji bo qefaltina gumanbarê din jî xebat didomin.