Serokomar Erdogan: Şideta li hemberî jinê nayê qebûlkirin
İsmet Karakaş
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 25 Mijdar 2024
Ankara
Serokomar Erdogan: "Hikûmeta Netanyahu ku çav li serî sor bûne, wekî kujerên destbixwîn her roj bi dehan jin, zarok, kal û pîr û bebekan bi hovane qetil dike."
"Jinên birûmet û esil ên Filistînî li hemberî hovîtiyên şebekeya qetlîamê serê xwe natewînin, li dinyayê, bi helwesta xwe ji bo hemî jinan dibin mînak."
"(Jinên Filistînî) Emê guh nedin zextên lobiyên siyonîst, emê berteka xwe nîşan bidin, emê mafê we yê sereke ku mafê jiyanê ye li hemberî wan biparêzin."
"Şideta li dijî jinê îxaneta li însanetiyê ye. Şideta li hemberî însan ku eşrefî mehlûqat e, bi taybetî jî ya li dijî jinê nayê qebûlkirin, ev vandaltî ye."