Zanist û teknolojî

Alfabeyê zimanê çûkan wê bê amadekirin

Fakulteya Turîzmê ya Zanîngeha Gîresunê wê alfabeya zimanê çûkan (fîtandin) a ku li herêmê tê bikaranîn, amade bike.

Türkan Tosun  | 29.03.2018 - Rojanekırın : 31.03.2018
Alfabeyê zimanê çûkan wê bê amadekirin

Giresun

GÎRESUN

Fakulteya Turîzmê ya Zanîngeha Gîresunê xebatek da destpêkirin alfabeya zimanê çûkan (fîtandin) a ku li herêmê tê bikaranîn bê amadekirin.

Li Kuşkoya gundê Çanakçiya navçeya Gîresunê welatî di nav çiya û newalan de ji bo ku bi hev ra biaxivin ev 500 sal in zimanekî taybet a ku jê ra dibêjin "zimanê çûkan" bi kar tînin.

Ji bo ku ev ziman neyê jibîrkirin û ciwan jî fêrî wî bibin, her sal mîhrican tên lidarxistin.

UNESCOyê par di civîna xwe ya li Koreya Başûr biryar da ku alfabeya zimanê çûkan bê amadekirin. Zanîngeha Gîresunê jî ji bo ku vê pêk bîne dest bi xebatan kir.

Prof. Dr. Musa Gençê Dekanê Fakulteya Turîzmê got wek li gundê Kuşkoyê li welatên din jî ji ber rewşa erdnigariyê fîtandin ji bo ragihandinê tê bikaranîn.

Genç got li hin cihên Yewnanistanê, Brezîlyayê, giravên Kanaryayê, Cezayîrê ev ziman tê bikaranîn û wiha axivî: "Dengê mirovan dikare bigîhîje heta 300-500 mêtroyan, lê heke rewşa hewayê baş be bi saya fîtandinê deng dikare heta 2 û 30 kîlomêtroyan here. Armanca me ew e ku em vê mîrata xwe ji nifşên nû re bihêlin. Ji bo vê me xebatek da destpêkirin ku em alfabeya zimanê fîtandinê amade bikin. Di bin banê zanîngeha me de hin muzîsyen, akademîsyen û zimanzan wê komîsyonekê amade bikin, paşê wê herin gund û emê alfabeyekê amade bikin."

Genç anî ziman piştî xebat qediya zimanê fîtînê wê bibe xwedî alfabe û nifşên nû jî wê bikaribin bi kar bînin.

Şeref Koçekê Serokê Komaleya Turîzm û Çandê ya Zimanê Fîtandinê jî got ew hewleke mezin didin ku ev mîrata çandî ji nifşên nû re bihêlin, ji bo vê ewê alîkariyê bidin xebata Zanîngeha Gîresunê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.