Aborî

Bihayê bermîla nefta brentê ber bi 70 dolarî va diçe

Bihayê bermîla nefta brentê di muameleya ewil a hefteyê da nêzî 70 dolarî dest bi rojê kir

Abdullah Tel  | 15.01.2018 - Rojanekırın : 15.01.2018
Bihayê bermîla nefta brentê ber bi 70 dolarî va diçe

Ankara

ANKARA

Bihayê bermîla nefta brentê di muameleya ewil a destpêka hefteyê da nêzî 70 dolarî dest bi rojê kir.

Bihayê bermîla nefta brentê ya ku roja îniyê bi 69,10 dolarî dest bi rojê kir û heta 69,90 dolarî derketibû îro bi 69,79 dolarî dest bi rojê kir. Ji saet 09.30yî vir va qiymeta bermîla nefta brentê ji sedî 0,17 zêde bû û gihîşt 69,92 dolaran.

Bermîla neftê herî dawîn di gulana sala 2015an da 70 dolar bû û heke îro zêdebûna qiymeta nefta brentê dewam bike dibe ku biha bigihîje 70 dolarî.

Di heman deqîqeyan da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava jî bi 64,47 dolarî tê firotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.