Aborî

Muteşebisên herêmê piştgiriyê didin seferberiya îstixdamê

Serokê Muteşebisên Ciwan ên Herêma Başûrê Rojhilatê ya TOBBê Îbrahîm Yetkînşekercî: "Di meseleyên welêt de divê ciwan zêdetir berpirsyariyê hildin li ser milên xwe."

16.02.2017 - Rojanekırın : 16.02.2017
Muteşebisên herêmê piştgiriyê didin seferberiya îstixdamê

Gaziantep

GAZÎANTEP

Îbrahîm Yetkînşekerciyê Serokê Muteşebisên Ciwan ên Herêma Başûrê Rojhilatê ya Yekîtiya Borse û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) daxuyand ku divê di meseleyên welêt de ciwan zêdetir berpirsyariyê hildin li ser milên xwe û ji bo wê ew piştgiriyê didin banga seferberiyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Yetkînşekercî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wek muteşebisên ciwan ew piştgiriyê didin Projeya Seferberiya Îstihdamê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da destpêkirin.

Yetkînşekercî got ku wek muteşebis ew piştgiriyê didin dewletê û wiha axivî: "Di meseleyên welêt de divê ciwan zêdetir berpirsyariyê hildin li ser milên xwe. Ji ber wê armanca me ew e ku em li Gazîentabê ji sedî 10, li herêmê jî ji sedî 5 derbastir bin. Li Gazîentaba ku ji bo deh hezar kesî re îstixdam hatiye kirin 250, li herêmê jî hezar endamên me hene. Em bi endamên xwe re dikevin têkiliyê û hewl didin ku piştgiriyê zêde bikin. Li gor karsazên me divê em muteşebis zêdetir berpirsyar bin. Endamên me wê guh bidin vê berpirsyariyê. Lewra em dizanin ku welat bi destê me ciwan û miteşebisan ve şikl digre."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.