Çand û huner

Xwarineke navdar a Behra Spî: "Şorbeya tirşîkê"

Şorbeya tirşîkê ya ku bi gihayê mamîranê ve tê çêkirin, li Rojhilatê Behra Spî xwarineke navdar e û her tim tê vexwarin.

19.02.2017 - Rojanekırın : 22.02.2017
Xwarineke navdar a Behra Spî: "Şorbeya tirşîkê" OSMANIYE (AA) - Gihayê mamîranê ya ku li quntara çiyayê Torosê digîhîje û bi zehmetî tê çinandin, li Rojhilatê Behra Spî navdar e. Bi vê gihayî ve li herêmê şorbeyeke bi navê "Şorbeya tirşîkê" tê çêkirin.

Osmaniye

OSMANIYE

 Gihayê mamîranê ya ku li quntara çiyayê Torosê digîhîje û bi zehmetî tê çinandin, li Rojhilatê Behra Spî navdar e. Bi vê gihayî ve li herêmê şorbeyeke bi navê "Şorbeya tirşîkê" tê çêkirin.

Şorbeya tirşikê ya ku bi gihayê mamîran tê çêkirin bi tehm e û li herêmê ji hêla gel ve pir tê hezkirin. Taybetmendiya vê şorbeyê ewe ku tehma wê tirş e.

Gihayê mamîranê ji quntara çiyayê Torosê tê berhevkirin û paşê ji bo ku pê şorbe bê çêkirin tê hûrkirin. Gihayê hatiye hûrkirin şevekî disekine ku bila tirş bibe. Paşê bi vî gihayê ku tirş bûye ve li ser agirê daran şorbe tê çêkirin.

Li herêmê dibêjin ku ev şorbe bişifa ye, ji ber wê wek "Doxtorê Andirin" tê binavkirin.

- "Şorbeya tirşîkê" her tim tê vexwarin

Serokê Komîteya Şahiya Tirşika Çandî ya Kadîrliyê Mustafa Demircî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev şorbe bi kedeke mezin tê çêkirin û him sarî û him jî germî her rojên salê tê vexwarin.

Habîbe Turkmenogluya kewaniya mala xwe ne jî got ku şorbeya tirşikê di nav wan xwarinên navdar de ye û gel jê hez dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.