DYAyê bertek nîşanî referanduma HKIyê kir
Berdevka Karên Derva ya DYAyê: "Ji ber ku HKIyê biryara referanduma yekalî ku herêmên derva jî daxil kir, hêviyên DYAyê şikestin."
Washington DC
WASHINGTON
Berdevka Karên Derva ya DYAyê Heather Nauert: "Ji ber ku Herêma Kurdistanê ya Iraqê (HKI) biryara referanduma yekalî ku herêmên derva jî daxil kir, hêviyên DYAyê şikestin."
Berdevka Wezaretê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û got: "Ji ber ku Herêma Kurdistanê ya Iraqê biryara referanduma yekalî ku herêmên derva jî daxil kir, hêviyên DYAyê şikestin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Ji ber vê referanduma nayê qebûlkirin" têkiliyên dirokî yên di navbera DYA û gelê HKIyê xera nabe, lê ji ber vê gavê dê li herêma Kurdistanê dijwarî û bêaramî zêde bibe. Her wiha ji ber referandumê têkiliyên HKIyê yên bi rêveberiya Iraqê û cîranan re jî biguhere."
Berdevk Nauertê, di daxuyaniyê da got ku têkoşîna bi DEAŞê re dewam dike û ragihand ku "komên tundraw" wê pêvajoyê îstismar bikin.
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku DYAyê piştgiriyê dide Iraqeke federal, demokratîk û murefeh.