Madrid
MADRÎD
Tîma Barselonayê ya Îspanyayê daxuyand ku li dinyayê welatên ku herî zêde tîma wan dişopînin Tirkiye, Amerîka, Brezîlya, Çîn, Japonya û Meksîka ye.
Barcelonayê di meha îlonê de anketek bi şîrketeke lêkolînê ya taybet da kirin. 12 hezar û 400 kes beşdarî vê anketê bûn.
Li gor encama anketê ji sedî 70yê Tirkiyeyê kluba Barcelonayê nas dike û dişopîne.
Di dinyayê de herî zêde herêma Katalonyayê ji sedî 82yan ve Barcelonayê dişopîne. Piştî wê Tirkiye (ji sedî 70), paşê Brezîlya (ji sedî 65), Meksîka (ji sedî 57), Çîn (ji sedî 57) û Îspanya (ji sedî 48) Barcelonayê dişopîin.
Li gor daneyên anketê dema tîmên wek Real Madrîd, Manchester Unîted, Bayern Munîh, Manchester Cîty, Juventus, Chelsea, Parîs Saînt-Germaîn, Los Angeles Lakers, Chîcago Bulls, New York Yankees û All Blacks bên qiyaskirin di dinyayê de herî zêde kluba Barcelonayê tê şopandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.