Ji bo li Kerkûkê daliqandina alaya HKIyê bertek
Hikûmeta Iraqê ragihand, li Kerkûkê divê tenê alaya Iraqê were daliqandin.
Baghdad
BEXDA
Hikûmeta Iraqê ragihand, li Kerkûkê divê tenê alaya Iraqê were daliqandin.
Saziya Payebilind a Kordînasyona Navbera Bajaran a Serokwezîriyê der heqê mijarê da ji Walîtiya Kerkûkê û Meclisa Wilayetê ra nivîsa fermî şand.
Di nivîsê da wiha hat gotin: "Mekanîzmayên ku wê li Kerkûk û herêmên binîqaş werin şopandin di 140emîn benda makezagona 2005an a Iraqê da hatiye kifşkirin. Ev rewş hê nehatiye çareserkirin û bajarê we (Kerkûk) hê girêdayî hikûmeta federal û rêvebiriya navendî ye. Ji ber vê yekê li wê derê divê tenê alaya Iraqê were daliqandin."
Di nivîsa Serokwezîriyê da her wiha hat gotin, rayeya ku li bajêr daliqandina alaya Iraqê an di ber da daliqandina alayeke din di destê meclisa wilayetê da nîne, di destê rêvebiriya federal û navendî da ye.
Walî Kerîmê ku endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye, ji Meclisa Bajarê Kerkûkê ra nivîsek şandibû û telîmat dabû ku ji bo pîrozbahiya newrozê li hemû avahiyên sazî û sazûmaniyên Kerkûkê li kêleka alaya Iraqê, alaya Herêma Kurdistana Iraqê jî were daliqandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.